DOI: 10.55253/nubihar.2026.1957023 ISSN: 2147-883X

Pêşketinên Siyasî li Bedlîs û Derdora wê di Serdema Îlxaniyan De û Derketina Mîrektiya Bedlîsê

Galip Bingöl
Bedlîs û derdora wê di serdema navîn de wek yek ji herêmen herî giring ên siyasî û leşkerî yên Rojhilatê Anatolyayê derketiye pêş. Bajêr li ser rêyên stratejîk ên ku Anatolyayê bi Îran û Mezopotamyayê ve girêdide cih girtibû û bi taybetî di sedsalên XIII û XIV’an de di siyaseta Rojhilatê Anatolyayê ya Dewleta Îlxaniyan de xwedî cihekî giring bû. Piştî êrişên Moxolan herêm ket bin desthilata Îlxaniyan û Xelat, Bedlîs û derdora Eledaxan ji aliyê leşkerî û îdarî ve ji nû ve hatin rêxistin. Bikarnîna Aladaxan wek zozan ji aliyê hukumdarên Îlxaniyan ve û lidarxistina kurultayan li wir, girîngiya herêmê ji bo siyaseta dewletê nîşan dide. Di vê xebatê de pêvajoya ketina Bedlîs û derdora wê bin desthilata Îlxaniyan, avahiya îdarî, emîr ku li herêmê wezîfedar bûn û pêşketinên siyasî yên piştî lawazbûna desthilata Îlxaniyan hatine nirxandin. Li ser bingeha çalakiyên emirên Îlxaniyan, rêxistina taşrayê ya Îlxaniyan hate vekolîn û nivîştek û kêlikên goran wek danehên girîng ên ku ronahiyê didin avahiya îdarî ya serdemê hatin lêkolînkirin. Di sedsala XIV’an de, bi lawazbûna Dewleta Îlxaniyan re, malbata Rojkî eşîrên Kurd û mîrektiyên herêmî li herêmê hêz girtin.

More from our Archive